Elif Irmak
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Li Tayvanê firokeya ku Sererkan Shen Yî-mîng jî tê da bû li herêma çiyayî ya nêzî paytext Taîpeiyê ket.
Li gor çapemeniya herêmî qeza berdestê sibê çêbû û ji 13 kesên di firokeyê da 11 kes hatin xilaskirin. Xebatên lêgerîna du kesên winda didomin.
Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Navend a Tayvanê (CNA) sipart ekîbên lêgerîn û xilaskirinê Sererkan Shen di nav kesên hatin xilaskirin da ye lê wezareta parastinê hê ev agahî piştrast nekir.
Hat diyarkirin ku firokeya cureyê Black Hawk di çarçoveya çalakiyên sala nû da ji Taîpeiyê ber bi bajarê Ilana dikeve bakur va firiyaye.