Ahmet Aydın
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku temamê wan alîgirên Heşda Şebî ya nêzîkî Iranê ku li ber devê Balyozxaneya DYAyê ya li Bexdayê xwepêşandan li dar dixistin, ji herêmê vekişiyan.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, "Xwepêşanderên li ber devê Balyozxaneya DYAyê û derdora wê hemiyan konên xwe jî rakirin û ji herêmê dûr ketin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwepêşandan bi dawî bû û asayişa Balyozxaneya DYAyê jî ji aliyê hêzên Iraqî ve hat pêkanîn.