Önder Beyter
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Cesedên 5 eskerên Îranê ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da hatin kuştin, bi testa DNAyê hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pasdarên Şoreşa Îranê da wiha hat gotin, "Cesedên 5 eskerên Îranê ku di pevçûnên li Sûriyeyê da mirin, bi testa DNAyê hatine tesbîtkirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, eskerên ku nasnameya wan kifş bû, Seîd Ensarî û Meysem Nazarî yên ji eyaleta Tehranê, Hemîd Mihemed Rizayiyê ji Qezwînê, Mihemed Qanberiyanê ji Sîmnanê û Seyit Cevad Esediyê ji eyaleta Mazenderanê ne. Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku merasim dê hefteya pêşiya me werin lidarxistin.
Li gorî amarên nefermî, hejmara hêzên girêdayî Îranê ku li Sûriyeyê di şer da hatin kuştin, qedera 2 hezar û 400î ye.