30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
SÎNGAPUR
Li Sîngapurê ferîboteke Endonezyayê qeza kir. 97 kes ji ferîbota ku qeza kir, bi sax hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku ferîbota bi navê "Sea Prînce" ya ku ji girava Batamê ya Endonezyayê diçû Sîngapurê duh êvarê di behrê de tiştekî qelibî.
Di qezayê de tu kes nemir û birîndar nebû. Rêwî û xebatkarên ferîbotê bi giştî 97 kes ji ferîbotê hatin derxistin.
Rayedaran ferîbot şandin Bendera Batamê.
Di ferîbotê de ji bilî rêwiyên ji Endonezyayê, ji Îngiltere, Koreya Başûr û Portekîzê jî welatî hebûn.