Türkan Tosun
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
STOCKHOLM
Li Hesselholma bajarê Swêdê mescîdeke 200 kesî hat şewitandin.
Li gor nûçeya radyoya dewletê ya Swêdê (SR) bi şev di mescîda Komeleya Çandê ya Îslamê ya Hesselholmê de şewat derket û zirareke mezin çêbû.
Ji tîma xilaskirinê Magnus Carlsson got kesek ketiye mescîdê û bi zanetî mescîd şewitandiye.
Carlsson got şewat di demeke kin de hatiye vemirandin, lê zirareke mezin çêbûye.
Îsmaîl Darragiyê Serokê Komeleya Çandê ya Îslamê ya Hesselholmê daxuyanî da ajansa nûçeyan a fermî ya Swêdê û wiha got: "Di meha remezanê ya ku Misilman herî zêde îbadetê dikin de felaketeke wiha hat serê me, em ji ber vê xemgîn in. 200 kes di meha remezanê de bê mescîd man. Ez 12 sal in li Hesselholmê dijîm, cara ewil min bûyerek wiha dît."
Hat ragihandin di bûyerê de mirî û birîndar tune ne û ji bo ku êrîşkar bê girtin lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.