Dinya

Girtiyê Filistînî yê di girtîgeha Îsraîlê da wefat kir

Girtiyê Filistînî Ezîz Awiysat di girtîgeha Îsraîlê da ji ber ku xwîna di dilê wî da tîr bû, wefat kir

Önder Beyter  | 21.05.2018 - Rojanekırın : 21.05.2018
Girtiyê Filistînî yê di girtîgeha Îsraîlê da wefat kir

Ramallah

RAMALLAH 

Girtiyê Filistînî Ezîz Awiysat (53) ê di girtîgeha Îsraîlê da ji ber ku xwîna di dilê wî da tîr bû, wefat kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Cemiyeta Dîlên Filistînî da hat diyarkirin ku Girtiyê Filistînî Awiysat li nexweşxaneya Girtîgeha Er-Remle dema dihat tedawîkirin, xwîna di dilê wî da tîr bû. Hat diyarkirin ku piştî vê geşedanê, Awiysat rakirin Nexweşxaneya Assaf Harofeh, lêbelê Awsiyat nefilitî û wefat kir.

Cemiyeta Dîlan destnîşan kir ku berpirsiyariya wefata Awiysat di stûyê meqamên Îsraîlê da ye. Cemiyetê herwiha rêveberiya girtîgehê tawanbar kir ku pêwîstiyên girtiyan ên di warê tibî da bi cih nayne.

Hat ragihandin ku Awiysat xelkê Qudsê ye, di 2014an da hatiye girtin û 30 sal cezayê hebsê xwariye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.