04 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya "Hemleya Mertalê Feratê" da duh êvarê li Sûriyê firokeyên cengê yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê gule berdan 3 hedefên li herêma El Qadî û hedefeke li herêma Wuqufê û hedef ji nav birin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, "Hemleya Mertalê Feratê" ya ku di 24ê Tebaxê da di çarçoveya mafên Tirkiyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, "mafê berevaniya rewa" ya ku di madeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî da cî digire û biryarên NYyê yên der heqê têkoşîna dijî DAEŞê da hatibû destpêkirin, berdewam e.
Herwisa di çarçoveya hemleyê da li herêma El Qadî û herêma Wuqufê 4 hedefên ku hatin tespîtkirin, duh êvarê ji aliyê firokeyên cengê yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê va hatin jinavbirin.
Firokeyên cengê yên ku bi awayekî serkeftî wezîfeya xwe kirin, vegeriyan baregehên xwe.