Önder Beyter
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê bi şev mij û moranê xwe da ser bajêr.
Ji ber mija ku li hin cihên bajêr bandora xwe nîşan da, li navçeya Şîşlî, Beşîktaş, Sariyer, Uskudar û Beykozê ku li kêleka qeraxê tengavê ne, mesafeya dîtinê li cih cihan berjêrî 50 mêtroyî bû.
Ji ber mij û moranê li pireyên ser tengavê û herwiha li şahrêyên bajêr leza trafîka wesayîtan daket.