MADRÎD
Li gor agahiyên ajansa nûçeyên Spanyayê ya ku ji çavkaniyên Dadgeha Bilind a Galisyayê EFEyê girtin, qeza duh ber êvarê pêk hat, 4 kes jê li nexweşxaneyê û 73 jî li cihê bûyerê bi tevahî 77 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî gihiştiye 130 kesî.
Hat diyarkirin ku tîmên felatker heta sibehê xebatên xwe domandin û îxtimal heye ku di nav vagonên trênê de welatiyên ku asê bibûn jî hebûn.
Hat daxuyandin ku sedema qezaya ku li fetlokeke tund de çêbû ''leza zêde û xeletiya mirovan'' e.