İbrahim Atmaca
11 Gulan 2020•Rojanekirin: 12 Gulan 2020
Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.
Li gor daneyan, li welêt jimara miriyan duh wek 143 hat eşkerekirin, ev jimar îro daket 123yan.
Ji 18ê adarê vir va jimara miriyan herî kêm îro ye. Ev sê roj in jimara miriyan ji 200î derbas nabe.
Li welêt jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin jî derket 26 hezar û 744an.
Jimara kesên ku li gor testên PCRyê vîrus di wan da hatiye tesbîtkirin jî di 24 saetên dawîn da 373 zêde bûn û derket 227 hezar û 436an.
Ji aliyê din va jimara kesên ku qenc bûn jî derket 137 hezar û 139an.