Abdullah Tel
22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2018
MOGADÎŞU
Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê li cihê kontrolê bi wesayîteke bombebarkirî va êrîşa xwekujiyê hat kirin, 7 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hildan, êrîşkarê xwekujiyê bi wesayîta bombebarkirî va hewl da ku derbasî alî ketina Şanogeriya Somaliyê bibe û di wê navberê da wesayît li barîkatan qelibî.
Ji ber qelibînê jî teqîn pêk hat û Alîkarê Şaredarê Mogadîşuyê Mihemed Ebdilah Tûlah, Parlementer Warsemî Cudah, rojnameger Awl Tahir Saled ê di Unevarsal TVyê da dixebitî jî di nav da 7 kes mirin û piranî jê esker 15 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din va li Meydana Eskerê Mechûl a Mogadîşuyê jî êrîşa bi bombeyî hat lidarxistin û di bûyerê da tişt bi tu kesî nehat.
Eş Şebaba rêxistina terorê berpirsyariya êrîşê hilda stûyê xwe.