Zana Natık Kerem
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
NÎNOWA
Hêzên Iraqê li Şengala qezaya Mûsilê goreke bikomî dîtin.
Fermandeyê Artêşa Iraqê Cemal Ebûd Dawudî, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û got li herêmên ser bi qezaya Şengalê goreke bikomî hat dîtin ku sivîlên ji aliyên rêxistina terorî DEAŞê ve hatine kuştin tê veşartî ne.
Cemal Ebûd Dawudî diyar kir ku rufatên teqrîben 73 kesan di gora bikomî ya li herêma Rimbosê hat dîtin.
Wî fermandeyê iraqî zêdetir agahî dan û got 6 zarokên 7 salî 23 jin û 13 zilamên pîr hetanî niha di gorê da hatine tesbîtkirin.
Herwiha anî ziman ku tê texmînkirin ew rufat aîdî Kurdên Êzidî ne ku di Tebaxa 2014an de ji aliyê rêxistina terorî DEAŞê ve hatin kuştin.