Polîtîka

Wezîrê Derve Hakan Fîdan ji bo rawestana şer dê serdana welatên herêmê bike

Muhammet Tarhan, Büşranur Keskinkılıç  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Wezîrê Derve Hakan Fîdan ji bo rawestana şer dê serdana welatên herêmê bike

Ankara

Wezîrê Derve Hakan Fîdan got, "Ezê di demek nêzîk de serdaneke herêmî bikim da ku gavên ku dikarin ji bo rawestandina şer werin avêtin nîqaş bikim. Ez ji sibê pê va dest bi serdan herêmê dikim. Emê bi welatên herêmê ra hevdîtinan bikin."

Wezîr Fîdan piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîra Derva ya Kanadayê Anita Anand ra li Wezaretê di civîna çapemeniyê ya hevbeş da axivî.

Fidan destnîşan kir ku "şer êdî li Libnanê berbilav dibe" û li Iraqê jî "roj bi roj aloztir dibe" û got, "Hewldanên me yên ji bo diyarkirina gavên ku divê werin avêtin da ku ev belaya şer a ku bi ser cîhana Îslamê da hatiye, bi lez û bez were rakirin, bênavber berdewam in."

Fîdan, bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê û got, "Ji aliyekî din va, kuştinên siyasî yên Îsraîlê, bi taybet ên ku dewletmedar û siyasetmedarên Îranî hedef digirin, bi rastî çalakiyên neqanûnî ne ku ji sînorên qanûnên şerê normal derdikevin. Divê ev jî di zûtirîn dem da bi dawî bibin."

Wezîr Fîdan ragihand ku ewê ji sibê pê va dest bi serdanên herêmî bike, wiha dewam kir:

"Ezê di demek nêzîk de serdaneke herêmî bikim da ku gavên ku dikarin ji bo rawestandina şer werin avêtin nîqaş bikim. Ez ji sibê pê va dest bi serdan herêmê dikim. Emê bi welatên herêmê ra hevdîtinan bikin. Li vir, bi îzna Xwedê, ez dixwazim hem peyamên Serokomarê me (Receb Tayîb Erdogan) li ser vê mijarê û hem jî nirxandin û pêşniyarên Tirkiyeyê yên li ser ka aştiya herêmî çawa dikare mayînde be, parve bikim."

Fîdan diyar kir ku wî bi gelek hevtayên xwe yên Rojavayî û Rojhilatî ra hevdîtin kiriye, nêrînên wan wergirtiye û rewş nirxandiye û got, "Armanca me yek e: erdnîgariyek ku her kes di nav sînorên xwe da di ewlehî û serweriyê da bijî, Filistînî dewleta xwe hebe, Îran, Ereb û em hemû di aştî, aramî, ewlehî û serweriyê de bijîn. Ev mimkun e. Me ev vîzyon heye. Emê bi biryardariyek mezin ber bi vê yekê va bixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın