Hat ragihandin ku yekîneyên artêşa Beşar Esed bi çekên giran ve êrîşî herêmên di destê muxalifan de ne kirin û di êrîşan de 40 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yekîneyên artêşa Beşar Esed bi çekên giran ve ji hewayê û beja êrîşî hermên di destê muxalifan de ne kirin û di encama êrîşan de li dorberê Şamê, Helebê, Hesekeyê, Dereyê, Humsê, Îdlibê, Lazqiyeyê û Dêrazorê bi tevahî 40 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê bi dest xist, hêzên rejimê bi çekên giran ve êrîşî Duma, Dereye û Kabûnên herêmên Şamê kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku li herêma Harestayê li tanga avahiya îstixbaratê di navbera muxalifên çekdar û artêşa Esed de şerekî giran derket, hêzên koalisyonê jî ji hewayê êrîşî balafirgeha Tabqayê ya ku li Tel Ebyade ye kirin.