Dinya, Koronavîrus

Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 887 hezarî derbas bû

Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket 887 hezar û 536an, ya kesên mirin jî derket 14 hezar û 931ê.

Önder Beyter  | 09.08.2020 - Rojanekırın : 10.08.2020
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 887 hezarî derbas bû

Moskova

Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket 887 hezar û 536an, ya kesên mirin jî derket 14 hezar û 931ê.

Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 5 hezar û 189 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 887 hezar û 536an.

Li welêt hejmara miriyan di rojekê da 77 zêde bû û derket 14 hezar û 931ê, ya kesên baş bûn jî 3 hezar û 215 zêde bû û derket 693 hezar û 422yan.

Li paytext Moskovayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 689 zêde bû û derket 247 hezar û 534an, ya miriyan jî 12 zêde bû û derket 4 hezar û 572yan.

Di daxuyaniya Serwêsa Parastina Tenduristiya Însanan û Mafên Xerîdaran a Rûsyayê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da 298 hezar testên nû hatin kirin û hejmara testên ku heta niha hatin kirin jî ji 30 milyon û 600 hezarî derbas bû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın