İbrahim Atmaca
19 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê li Erzirom, Agirî, Qers, Îdir, Tuncelî, Erzincan û Erdêxanê berf û bagerê rêya 373 tax û gundan girt.
Li herêmê berf dem bi dem dibare û bager radibe. Li Erziromê berf û bagerê li deverên çiyayî rêya 144 taxan girt.
Ji bo vekirina rê personelê Şaredariya Bajarê Meizn a Erziromê bi wesayitan va rê vedikin. Ekîp li giştiyê bajêr rê xwê dikin ku cemed negire.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Xizmetên Rê û Çûyîn û Hatinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Qersê hat hildan, rêya 8 gundên Arpaçaya Qersê, 8 gundên Dîgorê û 3 gundên Sariqamîşê girtî ye.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rê dest bi xebatan kirin.
Ji ber ku berf bi şev barî û bager rabû, rêya Qers û Dîgorê dan girtin. Piştî xebata ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan, cardin hat vekirin.
Li herêmê berfê rêya 75 gundên Agiriyê, 60 gundên Erzincanê, 47 gundên Îdirê, 20 gundên Erdêxanê û 8 gundên Tunceliyê girt.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û pir ewrayî derbas bibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê ji pileyekê heta 3 pileyan zêde be.
Li herêmê germa hewayê herî kêm li Îdirê 2, di bin sifirê da li Erdêxan û Erziromê 5, li Erzincan, Agirî û Qersê 2, li Tunceliyê pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germa hewayê herî zêde li Tuncelî û Erzincanê 11, li Îdirê 10, li Erziromê 4, li Agirî û Qersê 3, li Erdêxanê 2 pile be.
Li navendên bajêran qalindahiya berfê li Erzirom û Qersê 10, li Erdêxanê 7 û li Agiriyê 2 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qeşa û cemedê û talûkeya şepeyê hişyarî da welatiyan ku tedbîra xwe hildin.