Dinya

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Ji berdestê sibê pê va li Erzirom, Erzincanê, ji berêvarê pê va jî li tevahiyê herêmê bi navber berfê bibare

Haydar Şahin   | 08.01.2020
Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Erzurum

Hat ragihandin li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev û ber destê sibê cemed çêbe û mij bikeve.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji berdestê sibê pê va li Erzirom, Erzincanê ji berêvarê pê va jî li tevahiyê herêmê bi navber berfê bibare.

Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 16, li Qersê di binê sifirê da 10, li Erdexan û Erzincanê di binê sifirê da 9, li Erziromê di binê sifirê da 6 û li Îdirê di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 6, li Erzincanê 4, li Erziromê sifir, li Qersê di binê sifirê da 2, li Erdexanê di binê sifirê da 3, li Agiriyê di binê sifirê da 4 pile be.

Li herêmê qalindahiya berfê li Qersê 5, li Erziromê 6, li Agiriyê 10, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 21, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 49 santêm hat pîvandin.

Rayedaran ji bo cemed, mij û pûkê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.

Li Agirî û Qersê hewaya sar

Li Agiriyê ji ber sermayê welatiyan tengasî kişand. Kesên derketin bazarê ji bo xwe germ bikin agir dadan, heywanên li kûçeyan li xurekê geriyan.

Li Qersê ser daran qirayî girt, li avahiyan cembelîk çêbûn. Hin welatiyan betanî li wesayîtên xwe alandin ku necemidin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın