04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
REQA/ANKARA
Li Reqayê rageşî û pevçûnên di navbera YPG/PKK û komên herêmî yên biçek ku dixwazin ew ji bajêr derkevin, dewam dikin.
Reqaya ku demekê wekî keleya DEAŞa rêxistina terorê dihat binavkirin di cotmeha 2017an de bi piştgiriya Amerîkayê ketibû destê YPG/PKKyê. YPG/PKKya Reqaya bajarê Sûriyeyê dagir kiriye zor û zexta xwe ya ku li cihên din dikir li vê derê jî didomîne.
Rêxistin avahiyên ku di pevçûnên di navbera DEAŞê da bi dest dixe nade xwediyê wan.
Rêxistinê xelkê Reqayê hilnadine meclisa herêmî û bajar bi navê "komîn" perçe kiriye û rêvedibe.
Hin komên ereb yên çekdar yên ku dixwestin rêxistinê ji Reqayê derxin bi YPG/PKKya ra ji meha gulanê vir va şer dikin. Sivîlên Reqayî jî çalakî kirin ku terorîst bajêr terk bikin.
Rêxistina terorê gule berdabûn kesên ku beşdarî çalakiyê bûbûn û ji wan hin kes jî binçav kiribûn.
- Suîqest dijî rêxistinê zêde dibe, krîza însanî jî dewam dike
Li dijî terorîstên YPG/PKKyî suîqastên tên kirin û kujêrê wan ne diyar in demên dawî zêde bûn.
Êrîşên suîqastê yên dijî terorîstên YPG/PKKyî piranî li navenda Reqayê û navçeya Tebqayê hatin kirin. Di êrîşên ku bi motosîklet û teqemeniyê hatin kirin da mehekê herî kêm 15 terorîstên YPG/PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, êrîş bi destê hin kesên ku bi Artêşa Azad a Sûriyeyê ra têkildar û êşîrên din hatine lidarxistin.
- Li Reqayê zor û zexta li ser sivîlan zêde dibe
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên li Reqayê YPG/PKKya rêxistina terorê zor û zexta xwe didomîne.
Ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê yên dijî DEAŞê bajêr xirab bûbû û gelek avahî hilweşiyane. Sivîl bi derfetên xwe yên kêm va hewl didin malên xwe ava bikin.
YPG/PKK li Reqayê xizmetê nade sivîlan. Hin sivîlên mecbur man û vegeriyan malên xwe jî di nav şert û mercên giran de dijîn.