Cüneyt Çelik
18 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2021
Li Qersê beriya Eyda Qurbanê liv û lebata li firoşgehên heywanan dîmenên rengîn derdixin holê.
Sibehê zû ji gund û çewlikan welatî heywanên xwe yên qurbanê tînin firoşgeha li ser Kolana Gazî Ahmet Muhtar Paşa ya Taxa Alparslanê. Heywandar heywanên xwe yên qurbanê li vir derdixin ber firotanê.
Li bazarê heywandar û kiriyar ji bo bihayê qurbanan hevdu gelekî dibin û tînin û her wiha carinan jî dîmenên cuda derdikevin.
Adem Kaya ji firoşgehê mihek sitand, maske da ber dêv û kir bagaja erebeya xwe û wisa bir.
Yên ku çav bi vê dîmenê ketin, keniyan.
Kaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wî ji firoşgehê pezeke qurbanê sitand û wiha got, "Ji ber ku firoşgeh zehf qelebalix bû, me jî tevbîr sitand. Li her derê nexweşî heye. Me maske da ber devê miha xwe jî. Ji ber ku min Kovîd-19yê derbas kir, min xwest balê bikişînim ser nexweşiyê."