Muhammet Nazım Taşcı
04 Îlon 2022•Rojanekirin: 05 Îlon 2022
Tê texmînkirin li Pakistanê maliyeta bobelata lehiyê ya ji bo welêt 10-12,5 milyar dolar e.
Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, peywirdaran bal kişand, li 118 herêmên lehiyê lê da, ji sedî 37ê nifûs ketin bin sînorê xizaniyê.
Peywirdar texmîn dikin, maliyeta bobelata lehiyê ya ji bo welêt derdora 10-12,5 milyar dolarî ye û her wiha tê destnîşankirin, Pakistana ku di sala darayiyê ya heyî da ji sedî 5 hedefa mezinbûnê dabû ber xwe, dê vê rêjeyê daxîne ji sedî 2yan.
Tê pêşbînîkirin, rêjeya mezinbûna di çandiniyê da dê bo 1,8an, rêjeya mezinbûna di sektora xizmetê da jî dê ji bo ji sedî 2yan werin daxistin.