Türkan Tosun
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
STOCKHOLM
Li nêzîkî Giravên Lofotenê yên bakurê Norwêcê balafireke biçûk ket, di qezayê de du kes mirin.
Daîreya Esmaniya Sivîl a Norwêcê daxuyand balafir nêzîkî Giravên Lofotenê ketiye behrê.
Di daxuyaniyê de hat gotin tîmên rizgarkirinê di demeke kin de gihîştine enqazê û du kesên ku di balafirê de bûn jî mirine.
Hat gotin der barê qezayê de lêkolîn dewam dike.