Haydar Şahin
26 Adar 2020•Rojanekirin: 27 Adar 2020
Li Amerîkayê li New Yorka bû wekî navenda belavbûna vîrusa koronayê hemşîreyên ku mêzerên wan xilas bûn bi poşetên çopê va mêzer çêkirin û girêdan.
Hemşîreyên nexweşxaneya Mount Sinai West ji poşetên çopê mêzer çêkirin, li xwe kirin, wêne kişandin û di medyaya civakî da parve kirin.
Di binê wêneya li ser Facebookê hat weşandin da wiha hat nivîsandin: "Li nexweşxaneyê mêzerên laboratuvarê neman. Rûpêç jî tunene û rûpeçên ji bo carekê em li ser hev bi kar tînin."
Li Amerîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin ji hezarî derbas bû, hejmara nexweşan jî derkete 68 hezar û 572 kesan.
Kêmzêde ji sedî 50yê nexweşên li welêt li New Yorkê ne û hejmara waqeyan ji 30 hezarî derbas bû.