Türkan Tosun
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 28 Mijdar 2019
Li Iraqê ji ber ku bûyer mezin bûn Fermandariya Operasyonên Necefê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li bajêr derketina derva hatiye qedexekirin. Qedexeyê çiqas dewam bike, der barê vê da agahî nehat dayîn.
Ji hêla din li paytext Bexdayê û bajarên li başûr Musenna, Kadîsiye û Zikarê di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê da rageşî çêbûn û hin xwepêşandêr birîndar bûn.
Li Kadîsiyeyê sibê tetîla fermî hat îlankirin.
Xwepêşandêrên li Necefê demek berê jî avahiya Serkonsolxaneya Îranê şewitandibûn.
- Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê di xwepêşandanên ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê dest pê kiribûn da ji 1ê cotmehê vir va ji 300î zêdetir kes hatin kuştin û ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li Bexdaya paytextê Iraqê di serî da li bajarên başûr û navîn ên welêt xwepêşandan dewam dikin û li dijî desthilatiya Îranê ya li Iraqê bertek zêde dibin.
Pakêtên reformê yên ji hêla hikûmet va hatin eşkerekirin xwepêşandêran qanî nake. Ji ber ku hêzên ewlehiyê di xwepêşanan da tund tevdigerin xwepêşandêr dixwazin Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û hikûmet îstifa bikin.