Haydar Şahin
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
QAHIRE
Hat ragihandin ku li Misrê 12 xwendekarên tirkên uygur serbest hatin berdan, 113ên wan jî hê binçavkirî ne. Xwendekar kêmzêde 2meh in binçavkirî ne.
Parêzer Îzet Xanîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tirkên uygur ên xwendekarê Zanîngeha Ezherê ev 2 meh e binçavkirî ne, ji wan 12 kes serbest hatin berdan.
Xanîm destnîşan kir ku hêzên ewlekariya Misrê di 5ê tîrmehê da 200 xwendekarên tirkên uygur binçav kiribûn, peyderpey hinekên wan bi hin hincetan hatin berdan lêbelê 113 xwendekar hê li navendên polêsan ên li Qahireyê binçavkirî ne.
Xanîm bal kişand ku ev kesan ligel rewşa xwe ya qanûnî "bi destûra Balyozxaneya Çînê" hatin biçavkirin, wek mayîn Mixtar Rûzî Muminê ku di 16ê tîrmehê da hatibû binçavkirin hê nayê zanîn ku li ku derê ye.
Hêzên ewlekariyê Misrê di tîrmeha borî da avêtibûn ser navnîşanên ku tirkên uygur lê dijîn û hinekên wan binçav kiribûn.