Türkan Tosun
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Li Meksîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 730 kesên din jî mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê ji ber Kovîd-19yê 730 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 18 hezar û 310an.
Li welêt 4 hezar û 599 nexweşên din jî hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19yê ketine derket 154 hezar û 863yan.
Hejmara kesên vîrusê ketin û paşê baş bûn jî 116 hezar û 178 e.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.