Haydar Şahin
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Hat ragihandin ku li Veracruza bajarê Meksîkayê yê li perava başûr otobêsa turîstan û kamyon li hev qelibîn, di qezayê da 21 kes mirin û 30 kes j birîndar bûn.
Roberto Hernandezê Direktorê Parastina Sivîlan a Veracruzê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di qezaya li navçeya Nogalesê qewimî da 21 kesên di otobêsê da mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Hernandez destnîşan kir ku otobêsa gerê û kamyon li hev qelibîn, ji ber ku otobês li aliyê deriyan welgeriya derî venebûn û agir bi otobêsê ket
Hernandez diyar kir ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê lêbelê ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.