Saadet Firdevs Aparı
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Li qadeke kampê ya Malezyayê ji ber hezazê 16 kes mirin û 17 kes jî winda ne.
Rayedaran ragihand ku li qada kampê ya Batang Kalî ya ser eyaleta Salangorê ya li bakurê paytext Kuala Lumpurê dikeve, hezaz çêbûye.
Hat diyarkirin ku gorî texmînan li qada kampê 94 Malezyayî hebûn û ji wan 16 kes mirin û 17 kes jî winda ne.
Şefê polêsan Suffîan Ebdila got ku di nav kesên wefat kirine da sebiyek 5 salî jî hebû û ji birîndaran 7 kes jî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Rêyên ber bi herêmê va diçin ji bo tevdîrê hatin girtin û xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî didomin.