Dinya

Li Libnanê di êrîşên Îsraîlê da jê 4 zarok, 14 kes hatin kuştin

Naim Berjawi, Çağrı Koşak  | 15.03.2026 - Rojanekırın : 15.03.2026
Li Libnanê di êrîşên Îsraîlê da jê 4 zarok, 14 kes hatin kuştin

Lebanon

BEYRÛT (AA) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê daxuyand di 3 êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên dijî başûrê welêt da jê 4 zarok, 14 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê serê sibê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di êrîşeke li ser Taxa Rahîbatê ya li bajarê Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê da jê 4 zarok, 7 kes şehîd bûn."

Her wiha di daxuyaniyê da der barê êrîşên dijî herêma Haret Saydayê ya girêdayî bajarê Saydayê ya li başûrê Libnanê û herêma Qetraniyê ya bajaroka Cezzînê da jî agahî hat dayîn.

Hat daxuyandin di êrîşên Îsraîlê yên dijî Haret Sayda û Qetraniyê da 7 kes hatin kuştin.

Hat gotin ji van 4 kes li Haret Saydayê, 3 kes jî li Qetraniyê hatin kuştin û di êrîşan da 8 kes jî birîndar bûn.

Ji hêla din, medyaya herêmî ya Libnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê serê sibê li herêma Şurahbîlê ya ya bajarê Saydayê maleke di apartmanekî da hedef girt.

Der barê encamên vê êrîşê da hê agahiyên berfireh nehatin dayîn.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê duh daxuyandibû ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 2yê Adarê pê va dewam dikin da, heta niha jê 106 zarok û 65 jî jin, 826 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın