Trump îdia kir ku ji bo rêkeftina bi Îranê ra şert û merc hê ne guncav in
Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku ji bo rêkeftineke bi Îranê ra şert û merc hê ne guncav in.
Trump di hevpeyvîna xwe ya bi têlevîzyona NBC Newsê da der heqê êrîşên ku Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dan destpêkirin da axivî.
Trump got ku ew heyirî ma ku li beramberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê, Îranê êrîşî welatên Rojhilata Navîn kir û wiha got, "Îran dixwaze rêkeftinekê bike, lêbelê ez naxwazim. Lewra şert û merc hê têra xwe ne baş in."
Trump bal kişand ku divê şert û mercên rêkeftineke muhtemel a bi Îranê ra "pir saxlem" bin.
Trump pirsa, şert û mercên rêkeftineke muhtemel a ku dê êrîşan bide sekinandin çi ne, bê bersiv hişt û got ku ew teahud dê bibe beşek ji rêkeftinê ku Îran dê ji hedefên xwe yên nukleerî bi temamî dest bikişîne.
Trump got ku bi êrîşa Amerîkayê ya dijî Girava Harkê va beşeke mezin a giravê bi temamî wêran bû û bal kişand, dibe ku ew ji kêf ra çend carên din jî giravê bikin armanc.
Trump ji xeynî van got ku li dijî zêdebûna bihayê petrolê, ji bo pêkanîna ewlehiya Tengava Hurmuzê ew digel welatên din li ser planekê dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
