Haydar Şahin
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Îlhan Omara ji eslê xwe ji Somaliyê ye ya ku di hilbijartina navberê da ji eyaleta Mînnesotayê ji bo Meclisa Nuneran hatibû hilbijartin, li ser Qurana Pîroz a kalikê xwe ya ku di sala 1995an da dema koç kiribûn bi xwe ra anîbû sond xwar.
Omarê wêneyên merasima sondxwarina xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand û got, "Wekî zarokekê min di komcivînên partiyan da ji kalikê xwe ra tercumanî dikir û mereqa min a li ser siyasetê bi saya wî zêde bû. Xwezila ji bo vê dema dîrokî bibîne li vê derê bibûya lêbelê ji ber ku min destê xwe da ser Qurana wî û sond xwar rihê wî li vê derê bû."
Omara ku di sala 1995an da bi malbata xwe ra wekî penaber hatibû Amerîkayê duh beriya merasima sondxwarinê gelek agahiyên balkêş ên xwe yên berê parve kiribûn.
Di dîroka siyasî ya Amerîkayê da cara ewil Omar bû siyasetmedara sergirtî ya Misliman a Kongreyê. Omarê li ser Twitterê wêneya ku li balafirgeha Washîngton DCyê bi bavê xwe ra kişandibû parve kir û got, "23 sal berê ez û bavê xwe, ji kampa penaberan a li Kenyayê hatibûn vê balafirgeha li Washîngton DCyê. Îro jî ji bo li Kongreyê wekî jineke Somalî-Amerîkayî sond bixwim hatin heman balafirgehê."
Omar 4 salan li kampên penaberan ên li Kenyayê mabû û di 12 saliya xwe da hatibû Amerîkayê. Omar ketibû hilbijartina Mînnesotayê û bi ser ketibû.