HELEB
Hat ragihandin ku li Kobanêya navçeya Heleba Sûriyeyê, di şerê navbera DÎŞIya rêxistina terorê û hin hêzên kurdan û pêşmergeyan de pêşmergeyek hat kuştin.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabbar Yaver daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Pêşmergeyê me yê Zerevan Ekrem Abdulmecîd, bi guleya nîşandarê DÎŞIyê şehîd bû. Abdulmecîd li Kobanê wezîfedarê tenduristiyê bû."
Yaver got ku eniyên Kobanê û yên Iraqê ji bo wan yek e, ji bo wan ne girîng e ku pêşmerge li ku mir. Yaver destnîşan kir ku li Kobanê pêşketina hêzên wan dewam dike.
Pêşmerge Zerevan Ekrem Abdulmecîdê ku hat kuştin, di 16ê rêbendanê de di nav yekîneyên pêşmergeyên ku çûn Kobanê de bû.