Ajansa nûçeyan Înterfax-Ukraynayê ragihand ku 50 kesên biçek û biunîforma bi 3 erebeyên leşkerî yên bêpilaqe ve sebeqê zû Balefirgeha Akmescîtê îşgal kirin.
Şahidan got ku kesên çekdar unîformayên wekî yên wan kesên ku beriya vê avahiya parlemento û ya serokwezîriyê dagir kiribûn li xwe kiribûn. Kesên çekdar pêşiyê xeta hûndir îşgal kirin û paşê jî xeta derve.
Tê gotin ku li Kirimê balefirgeheke leşkeriyê jî ji alî hin kesan ve hatiye dagirkirin.
Hê nayê zanîn ku kesên biunîforma yên bêrutbe kî ne.