İbrahim Atmaca
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li Daquqa navçeya Kerkûka bajarê Iraqê bi wesayîta bombebarkirî va êrîş hat kirin.
Midûrê Polêsên Kerkûkê Xetab Omer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Li navçeya Daquqê wesayîteke bombebarkirî ya ku hatibû parqkirin, bi kumandayê va hat teqandin."
Omer diyar kir, di êrîşê da li herêmê xesar çêbû, lê tiştek bi kesî nehat û wiha axivî: "Kiryar kê ye hê nayê zanîn. Ev êrîşeke terorê ye û bi vê êrîşê va dixwazin asayîş û îstiqrara navçeyê têk bibin."