Fatih Gazioğlu
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
ANKARA
PYD/PKKa rêxistina terorî ku ji rojavayê Efrînê heta Tel Ebyad û Hesekeyê belav bû bi sedhezaran Ereb, Kurd û Tirkmen ji axa wan kirin. Rêxistinê xwest ku nifûsa bakurê Sûriyeyê xirab bike û li herêmê bi cih be.
PYD/PKKa rêxistina terorî beriya Herekata Mertalê Feratê bi saya arîkariya Rûsya û rejimê li Efrînê belav bû.
Unsûrên terorîst yên ku ji navenda Efrînê derketin holê li navçeya Tel Rifat ya ku li rojhilatê başûrê Efrînê 250 hezar sivîl dan koçkirin. Sivîl xwe spart navçeya Ezezê ya ku di bin kontrola mixalifan de ye.

Ji armancên Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê dabû destpêkirin yek jî ew e ku endamên rêxistinê ji herêmê paqij bikin û ji bona vegerîna sivîlan rê were vekirin.
Serokê Meclisa Herêma Tel Rifatê Mehmûd Allîto agahî da AAyê û got ku kesên axa xwe terikandine li hêviyê ne piştî operasyona Efrînê vegerin.
Navên 60 herêmên ku 250 hezar sivîlan jê koç kir ev in:
"Navçeya Tel Rifat, bajeroka Kefr Neye û Deyr Cemal, Mînîg, Harabîşe, Babinis, Eksar, Zoyan,Tel Înîb, El Coba, Hasîn, Halîsa, El Neyrabiye, Şêx Kêf, Tel El Madîk, El-Hasiye, Tane, gundên El-Karmîl, Tel Cîcan, El-Wardiye, Sûric, Kefer Mez, Umel Qura, Şeale, El Wahşiye, Marîta, Tel Rehal, Malîka, Kîştîar, Tata Maraş, Teneb, Kefer Anton, El Wasitiye, Şawarga, Eyn Dakne, Maranaz, Xirbat Heyat, Kefer Nasîh, Hasacik, Tel Şaîr, Tel Acar, Meryemeyn, Tel Karah, Eneb, Ez Ziyara, Fefîn, Um Hoş, Herbul, Ehras û Şêx Îsa û herêma Xarnata, el-Wardiye, Es Samuka, El Alqamiye, Bîr Harbul, Şawargat Ac Coz, El Beyluna, El Hîb, Eş Şehebiye û Şêx Hîlal.