Haydar Karaalp
29 Tebax 2022•Rojanekirin: 30 Tebax 2022
Li Iraqê serokê Tevgera Sedr, Muqteda es-Sedr ragihand, ew bi temamî ji siyasetê vekişiya.
Pêşengê dînî û siyasî yê Şîe Sedr di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Ez radigihînim ku min dest ji karên siyasî kişand û ez bi temamî ji siyasetê vekişiyam. Merzelê bavê min, saziya berhema dîrokî û muzeya malbata Sedr ne tê da, min biryara girtina hemû saziyan da."
Sedr di daxuyaniya xwe da merciyê dînî yê Şîe yê Iraqî Ayetullah Kazimî el-Herîrî ku li Îranê dimîne û duh ragihandibû ku wî dawî li peywira xwe ya mercîtiyê anî, rexne kir û îdia kir ku Herîrî biryara vekişîne ji mercîtiyê bi serê xwe nedaye.
Li Iraqê polîtburo di serî da saziyên siyasî, aborî û eskerî yên girêdayî Sedr hene.