06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
HEWLÊR
Welatiyên li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi mebesta edakirina terawîhan mizgeft tije kirin.
Li Mizgeftên weke Mizgefta Celîl Xeyat ku mezintirîn mizgefta bajêre, welatiyan berî terawîhan li weazan guhdarî kirin.
Sekreterê Giştiyê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Bahaedîn ku li Mizgefta Celîl Xeyat amadebû ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Bahaedîn got, "Bi hatina meha remazana pîroz va hêvîdarim duayên me qebûl bibin. Ez remezana hemî musulmanên cîhanê ji nuha va pîroz dikim. Hêvîdarim remezan bibe sedema aştî û îstîqrarê. Em hêvî dikin li cografyaya musulmanan êdî mirin, xwîn û tundî nemîne."