Nihat Kavşut
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Hat ragihandin balafireke şer ya Hêzên Esmanî ya Hindistanê li herêma Cammu Keşmirê, ket.
Hat ragihandin 3 balafirên şer yên Hêzên Esmanî ya Pakistanê ketine qada esmanî ya Hindistanê û balafirên Hindistanê ew asteng kirine.
Artêşa Pakistanê destnîşan kir li 2 balafirên şer yên Hindistanê ku derbasî qada esmanî bûne xistine û balafirek ketiye.
Pakistanê destnîşan kir naxwazin rageşiya bi Hindistanê ra zêde bike, lê wexta mecbûr bimîne ji her tiştî ra amade ye.
Balafirên şer ên Pakistanê ketin sehaya esmanî ya Hindistanê
3 balafirên şer yên Hêzên Esmanî ya Pakistanê ketine qada esmanî ya Hindistanê û balafirên Hindistanê ew asteng kirin
Hat ragihandin ku sê balafirên şer ên Hêzên Esmanî yên Pakistanê serê sibê ji Xeta Kontrola Sînor a Keşmîrê derbas bûn û ketin herêma Cammu Keşmîrê ya Hindistanê, balafirên Hîntê pêşî li wan girtin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Hindistanê, li gor tesbîtê sê balafirên şer ên tîpa F-16ê yên Hêzên Esmanî yên Pakistanê serê sibê li ser herêma Novşerayê ya Cammu Keşmîra Hindistanê firîn.
Rayedaran diyar kir piştî ku balafirên şer ên Hindistanê pêşî li balafirên Pakistanê birî, balafir vegeriyan aliyê Pakistanê.
Hindistanê ragihandibû ku êrîşa esmanî bir ser kampa rêxistina Ceyşa Mihemedê ku li ser Xeta Kontrolê ya Keşmîrê dikeve aliyê Pakistanê.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Pakistanê Tumgeral Asif Xefûr jî serê sibê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dabû û gotibû ku balafirên şer ên Hîntê ji herêma Mizeferabada ku di nav xeta kontrolê ya Keşmîrê da ye, sehaya esmanî ya Pakistanê binpê kir, balafirek jî qasî 5-6 kîlomêtreyan ket hindur û piştî ku balafirên şer ên Pakistanê midaxale kirin, revî aliyê Hîntê û wê demê bombe danî.
Medyaya Hindistanê ragihand ku artêşa Hindistanê balafireke şer a Pakistanê xist.