Önder Beyter
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Nîjeryayê di hilbijartinên serokatiya dewletê ku dawiya hefteyê hat lidarxistin da Namzedê Kongreya Hemû Pêşverûyan (APC) û Serokê Dewletê yê niha Mihemed Buxarî cardin wekî serok hat hilbijartin.
Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî û Serbixwe (INEC), Buxarî 15 milyon deng wergirtin. Hevrikê herî mezin ê Buxarî yê di milmilaneya hilbijartina serokatiyê da Atîku Abubakarê namzedê Partiya Demokratîk a Gel (PDP) ku mixalefeta sereke ye jî 11 milyon deng wergirtin.
Di hilbijartinên li Nîjeryayê ku bi pergala federal tê birêvabirin, ji paytextekê û 36 eyaletan pêk tê da APC li 19 eyaletan bû yekemîn, PDP jî li 17 eyalet û paytexteke federal bû yekemîn.
Herwiha li Nîjeryaya ku nifûsê wê qedera 200 milyonî ye, di hilbijartina serokatiya dewletê da 73 namzed ketin milmilaneyê.
Serkeftiyê hilbijartinên Nîjeryayê Buxarî ku Misilman e û bi eslê xwe jî Fulanî ye, di hilbijartinên 2015an da 15,4 milyon deng wergirtibûn û dabû pêşiya hevrikê xwe Jonathan Goodluck.