Fatih Gazioğlu
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê firotina ribêsan dest pê kir û êdî li ser dezgehan tên firotin.
Ramazan Kayayê firoşkar got ku ew ribêsan ji çiyayên bilind yên li navçeya Çelê kom dikin û diforişin.
Kaya got ku ew bi firotina ribêsan îdareya mala xwe dike.
Huseyîn Kan jî got ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî ribêsan didin û wiha axivî: "Em desteyeke ribêsan 5 lireyî difiroşin. Bi saya vê em îdareya mala xwe dikin. Niha şikûr karê me baş e. Gelek kes bi vî karî debara xwe dikin."