HATAY
Li Erzîna navçeya Hatayê, nêzîkê Kaplicalarê lehî rabû û li gor agahiyên ewil di lehiyê de kesek mir û hin kes jî winda bûn.
Li navçeyê duh êvarê pê ve baraneke gur barî û lehî çêbû. Mal, kargeh û wesayîtan ji ber lehiyê zirar dîtin.
Cesedê Osman Başaran (50) 5 kîlomêtro dûr hat dîtin û hat gotin ku jina wî Zubeyde Başaran jî winda ye.
Hat gotin ku hin kesên din jî winda ne.
Tîmên lêgerin û xilaskirinê sewqî herêmê kirin û wesayîtên kar ên şaredariyê jî li herêmê dixebitin.