27 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Li navçeya Ezazê ku dikeve bakurê Sûriyeyê, mayîna ku li ser rê wek defik danîbûn teqiya û 2 kes mirin, 9 kes birîndar bûn.
Li başûrê Ezazê ser rêya Kefer Kelbînê dema ku minîbusa rêwiyan derbas bû, mayîna ku wek defik danibûn teqiya.
Di teqînê da 2 kes mirin, 9 kes birîndar bûn.
Duh êvarê jî bi hewanan êrîşî navenda navçeya Ezazê kiribûn, ji ber ku hewan li eraziyên vala ketibûn, tiştek bi kesî nehatibû.
Hêzên ewlehiyê li ser îhtimala ku herdu êrîş jî ji aliyê YPG/PKKya rêxistina terorê va hatibe kirin, disekinin.
Rêxistina terorê navçeya Tel Rifata ku dikeve başûrê rojavayê Ezazê îşxal kiriye û timî cî warên sivîlan ên Ezazê dixe hedef.
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da seba Tel Rifatê hevdîtin dewam dikin.