Önder Beyter
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Balafireke Rêhewayên Etiyopyayê di geşta xwe ya bo Nairobiya paytextê Kenyayê da ket xwarê.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Etiyopyayê da hat ragihandin, balafira Rêhewayên Etiyopyayê ku ji paytextê Etiyopyayê Addis Ababayê rabû û diçû Nairobiyê, ket xwarê.
Di daxuyaniya Rêhewayên Etiyopyayê da hat destnîşankirin, di balafira ku bi firê ket û 6 deqîqe şûnda ket xwarê da 149 rêwî û 8 jî muretebat hebûn. Di daxuyaniyê da hat gotin ku qeza 50 kîlometre li başûrê Addis Ababayê li nêzîkî Debre Zeitê çêbû.
Dezgeha weşanê ya dewletê EBCyê ragihand ku 157 kesên di balafirê da tu kes xilas nebû û herwiha di ji 33 neteweyên cuda rêwî di balafirê da hebûn. Berdevkê rêhewayê jî diyar kir ku di nava qurbaniyan da 32 welatiyên Kenyayê, 17 jî welatiyên Etiyopyayê hene.
Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmedkazada û Serokê Dewleta Kenyayê Uhuru Kenyatta, serxweşî dan malbatên kesên ku di qezayê da canê xwe ji dest dan.
Sedemê ketina balafira ku cureya wê Boeing 737-8 MAX e vêga nayê zanîn.
Rêhewayên Etiyopyayê ku ya dewletê ye, tê destnîşankirin ku li Afrîkayê ji şîrketên hewageriyê yên herî baş e.