Önder Beyter
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2020
Serokê Dezgeha Alîkariya Bilez a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona dewleta Îranê da diyar kir ku tu kes ji balafira nimroya sefera wê PS-752 ye, nefilitî.
Qulîwend diyar kir ku wan cinazeyên rêwî û muretebatê ji ciyê bûyerê berhev kirin û ew ê bişînin dezgeha tiba edlî.
Berdevkê Balafirxaneya Tehran Îmam Xumeynî, Elî Kaşanî jî hejmara rêwiyan ku 170 hatibû ragihandin, wekî 167 û hejmara muretebatê ku 10 hatibû ragihandin jî wekî 9 rojane kir.
Berdevkê Dezgeha Alîkariya Bilez Mucteba Xalidî ragihandibû, balafirgeha rêwiyan ya cure Boeing 737 ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Tehran Îmam Xumeynî ber bi Kieva Ukraynayê bi firê ket, li gorî dema herêmî di saet 06.18an da ji ber erizeya teknîkî ket xwarê.
Îranê îdiaya "balafir bi moşekê va hatiye xistin" derewand
Daxuyaniya Bîniyaz a der barê mijarê da di IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê da hat weşandin.
Bîniyaz got balafira rêwiyan a Rêhewaya Ukraynayê ya tîpa wê Boeîng 737 ji ber ku di motorê da şewat derket, ket.
Bîniyaz îdiaya balafir ji ber êrîşa bimoşek ketiye, derewand û wiha got: "Heke bi moşekan va balafirê bixistana, ewê li esman biteqiya. Lê ji ber ku motor şewitiye û pîlot nikaribûye balafirê kontrol bike, ev qeza çêbûye."
Serokê Saziya Alîkariya Acil a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend daxuyand 147 rêwî welatiyên Îranê, yên din jî biyanî ne.
Midûrê Rêvebiriya Qeyranê ya Tehranê Mansur Derecatî jî got qutiya reş a balafirê hatiye dîtin û ew teslîmî hêzên ewlekariyê hatiye kirin.