Önder Beyter
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Qutiya reş a balafira Rêhewayên Etiyopyayê ya ku ket xwarê, hat dîtin.
Di daxuyaniya Rêhewayên Etiyopyayê da hat ragihandin, qutiya reş a balafira rêwiyan ku cureya wê Boeing 737 Max 8 e û gava ji paytextê Etiyopyayê Addis Ababayê diçû paytextê Kenyayê Nairobiyê, 6 deqîqe piştî ku bi firê ket, ketibû xwarê hat dîtin.
Berpirsekî ji rêhewayê diyar kir, hinekî zirar gihîştiye qutiya reş a ku di xebatên li ciyê ku balafir lê ketiye xwarê da hat dîtin.
Piştî qezaya ku di encamê da 157 kesî jiyana xwe ji dest dabû, li welêt rojekî şîna neteweyî hatibû ragihandin.
Rêhewayên Etiyopyayê piştî qezaya ku duh çêbû, geştên balafira rêwiyan ku cureya wê Boeing 737 Max 8 e dabûn sekinandin.
Rêhewayên Etiyopyayê ku ya dewletê ye, tê destnîşankirin ku li Afrîkayê ji şîrketên hewageriyê yên herî baş e.
Hatibû ragihandin, Rêhewayên Etiyopyayê balafira Boeing 737 Max 8 di 15ê Mijdara 2015an da ji fîrmaya Boeingê kiriye.