24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
RIYAD
Li Erebistana Siûdî di Nexweşxaneya Dewletê ya Cazanê ya ku li sînorê Yêmenê ye de şewat derket. Di şewatê de 25 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûn.
Li ser hesabê Facebookê ya yekîneya parastina sivîl a herêma Cazanê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku vê sibê li bajarê Cazanê di Nexweşxaneya Dewletê ya Cazanê de şewat derket, 25 kes mirin û 107 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku 21 tîmên agirvemirandinê, ambulans û gelek hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û şewat hatiye vemirandin.
Berdevkê Parastina Sivîl a Herêma Cazan Yehya el-Kehtanî got ku di saet 02.10an de di qata yekemîn a nexweşxaneyê de şewat derket û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê bûn.
Kehtanî got ku sedema şewatê hê ne diyar e û der barê bûyerê de jêpirsin dan destpêkirin.