Li Endonezyayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da teqîn çêbû
Li Girava Cavayê ya Endonezyayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da teqîn çêbû.
Jakarta Raya
Li Girava Cavayê ya Endonezyayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da teqîn çêbû.
Li gor nûçeya rojnameya Tempoyê, li bajarê Yogyakartayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da serê sibê li gor saeta herêmî 05.16an da teqîn çêbû û teqîn 150 saniyeyî dewam kir.
Rayedaran diyar kir, dû û xaliya çiyê heta 2 hezar mêtreyî bilind bû.
Di vê navberê da Navenda Kêmkirina Afatê ya Volkanolojî û Jeolojîk (PVMBG) hişyarî da turîst û şêniyên herêmê ku nêzî çiyayê agirîn nebin.
Ji ber lavên ku di 2010an da ji Çiyayê Agirîn ê Merapiyê avêtin, 347 kes miribûn.
Li Endonezyaya ku di heleqa erdhej û volkanê ya "Çembera Agir a Pasîfîk"ê da ye, 130 çiyayên agirîn ên diteqin hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.