Haydar Şahin
09 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2021
Hat ragihandin li Endonezyayê ji balafireke rêwiyan ya Rêhewaya Srîwîjayayê xeber nayê hildan.
Adîta Îrîwatiyê Berdevkê Wezareta Gihandinê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku bi teyareya rêwiyan a bi hejmara firîna "SJ182"yê ya Rêhewaya Srîwîjayayê ra têkilî hat birîn.
Îrîwatî destnîşan kir ku 5 deqîqe piştî rabûnê têkilî hat birîn, herî dawîn di saet 14.40ê saeta herêmî têkilî hat danîn.
- Ji bo tesbîtkirina kordînatên teyareyê amadehî hatin kirin
Îrîwatî diyar kir ku ji bo tesbîtkirina kordînatên teyareya derketibû sefera Cakarta-Pontîanakê dest amadehiyên xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Wekî mayîn der barê hejmara miretebat û rêwiyan da agahî nehat dayîn.
Li Endonezyayê Boeing 737 Max 8 a teyareya Rêhewaya Lîonê ya bi hejmara sefera "JT 610"ê di 29ê cotmeha 2018an da dema ji Cakartayê diçû Girava Sumatrayê ketibû xwarê di qezayê da 189 kes miribûn.