Abdullah Tel
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2019
CAKARTA
Hat ragihandin ku li Malukuya eyaleta Endonezyayê bi lerza 6,6an erdhej çêbû.
Dezgeha Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand ku navenda erdhejê 112 kîlometre li rojavayê bakurê Giravên Aruyê bû. Hat ragihandin ku erdhej di 10 kîlometre kûrahiyê da çêbû.
Li gor tespîtên ewil ji ber erdhejê mirî û birîndar tunene û ji ber talûkeya tsunamiyê jî hişyarî nehat dayîn.
Li herêma Sumbaya Rojava jî roja çarşemê bi meziniya 6,2 û 6,7an du erdhej çêbûbûn.