07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku di encama herekata asîmanî ya ku Tirkiye li el-Babê dimeşîne 35 kozikên DEAŞa rêxistina terorî hatin bomberdûmankirin, 3 emirên payebilind jî di nav de 37 mensûbên DEAŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji artêşê hatin dayîn operasyona Herekata Mertala Firatê ya ku Tirkiye bi hedefa tehdîda rêxistina terorî DEAŞê berteref bike, ewlehiya sînor zêde bike û di roja 137emîn de berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de bi gulebarana ji asîmanan û bejayê operasyona bidestxistina El Babê berdewam dike. Di vê herekatê de hêzên muxalifên Sûriyê jî beşdar dibin.
Artêşa Tirkiyeyê bombe barandin ser kozikên DEAŞa rêxistina terorî yên ku hatibûn tesbîtkirin û stargeh, kozikên parastinê, tesîsên kontrola fermandariyê, çek û wesaîtên rêxistinê hatin îmhekirin.
- Binefserek şehîd ket
Balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkiyê li el-Babê herekata asîmanî dimeşînin 35 kozikên DEAŞa rêxistina terorê rûxandn. Di encama herekatê de 18 avahiyên ku kiribûn kozikên çekan, 5 cihên kontrolê, 3 wesaîtên biçek, 2 avahiyên baregehê û 7 avahiyên ku wek stargeh dihatin bikaranîn hatin îmhekirin. 3 emîrên payebilind jî di nav de 37 terorîst hatin kuştin. Di pevçûnên bi terorîstên DEAŞî re de binefserek şehîd ket.
Hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ku piştgirî dide herekata koalîsyonê ya ku li bakurê Sûriyeyê tê kirin ji bo ku gelê sivîl ê ku li herêmê dijî zirarê nebîne her cure tevdîrê distîne û di vê mijarê de gelekî hesasiyet tê nîşandan.