İbrahim Atmaca
21 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
KABUL
Li Efxanistanê ji bo hilbijartina parlamenteriyê duh li navendên ku ji ber sedemên curbecur girtî bûn, îro dengdayînê cardin dest pê kir.
Duh li giştiyê welêt li 14 wilayetan ji ber sedemên cuda nêzî 400 navendên hilbijartinê girtî bûn. Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe daxuyand ku gel îro li van navendan dikare dengê xwe bide.
Gel serê sibê pê va rabû û çû ser sindoqan ku dengê xwe bide.
Li welêt 8 milyon û 800 hezar kes dikarin dengê xwe bidin û 2 hezar û 558 namzedên parlamenteriyê hene.
Ji aliyekî din va duh êvarê li paytext Kabulê êrîşa xwekujiyê biribûn ser navendeke hilbijartinê û 15 kes tê da miribûn. Duh heta êvarê 193 êrîş li dijî hilbijartinê hatin kirin û piraniyê wan sivîl bi tevahî 36 kes hatibûn kuştin.